BASÊ
€10.00Jineke şoreşger ku bi serfîrazî bûye xwedî meşeke bi heybet a li gorî rihê dem û mekanê, dilê wê di pelên nivîsan de hilnayê. Ne karê herkesî ye li dijî mêtîngeriya li ser Kurdistan û jinê tê ferzkirin wêrekiya serhildêriyê nîşan bide. Jineke şoreşger ku bûyîna azadiya jinê û gelekî ku mehkûmî mirin û bê hêvitiyê bûye bi serxistiye û cesareta vê serfiraziyê nîşan daye, behskirina dilê jineke wiha berpirsyariyeke giran e.
Bi hişmendiya vê berpirsiyariyê û bi kedek kolektîf ev roman hate nivîsîn. Çi alikariya pêşxebatên li zindanan û çi jî hewildanên rêhevalên wê yên ji bo derbasî nivîsê werin kirin, xwedî wateyek dîrokî ye. Zimanê di romanê de yekparetiya raman û hestên pêşengên Tevgera me ya Azadiyê bi jiyana xwe bi awayekî kûr afirandine. Mezinbûna kelecan û baweriyê ya di pêşengên ku tovên yekemîn ên Têkoşîna me ya Azadiyê çandin, tê wateya vejîna hêviyê. Mîna rûbarekî bi çavkaniya xwe ve girêdayî bixûmxûm diherike. Di romanê de hîskirina vê herikînê, di dil û mejiyê xwe de bi zûhra azadiyê bîhîstin tiştekî gelek girîng e.
Ji mîlyonan re behsa şehîda PKKê ya yekemîn a jin a gerîlla hevrê Besê Anûş kirin, ji bo dîroka pergalê jî xwedî bersiveke watedar e.
Çîrokên Dilazad
€12.00Carinan hest û raman di tama çîrokekê de wekî gulekê li sincîdara xwe dilebite, li benda hezkiriyê xwe dimîne heta ku li şaxa xwe bibişkive û li ber dilê hezkiriyên xwe bê bêhnkirin. Hem ew bêhna ji gulê difûre sermestiyekê dide der û bîranînên geş li ber bêhna mirov dîmen dibin bergehek hem jî ew sinciyên bi çiqila gulê ve xwînê ji pêçiyan diherikîne ser pelên sorqicî ku qertîşka êş û arhana serboriyên, mirov ji nû ve bi bergehê kul dike.
Li derdorê li qada me jî ev bêhna gulçîrokan car bi car li ber pozê me diket û hem me sermest dikirin hem jî me dahf dan nava şetê çemekî êş û xweşiyên bibîranîn û xeyalên peşerojê. Ewilî wekî bêhneke “hebû û tune bû” bi kêliyekê dihat û wisa jî derbas dibû, lê paşê em bûn tîryakiyê vê bêhna gulçîrokî.
Ji lewre me biryar da û zendên xwe badan, me zembîl avêt zendan û em daketin nêçîra gulçîrokan. Yek li vir, yek li wir, yek jî wêdetir… Me qevdek ku ji 12 gulçîrokên sorqicî pêk tên dan ser hev. Îcar gulçîrokên di vê zembîlê de komî ser hev du bûn, xweşî û geşiya bêhna wan hêj bêtir mirov sermest dike. Her wisa ji sinciyan pirtir qertîşên birînan bêtir dixwînin…
di Sosyalîzmê de Israr di Mirovbûnê de Israr e
€10.00DI SOSYALÎZMÊ DE ISRAR DI MIROVBÛNÊ DE ISRAR E
ABDULLAH ÖCALAN
Çapa Kurdî: Îlon 2023
Werger: Sozdar Serbilind
Mîzanpaj: Zafer Melsa
Bergsazî: Ribwar Parwizi
ISBN: 9789083248684
Ez Xo Leteyê Canê Rayver APO Vînena
€10.00Pirtûkî diyarî heme şehîdanê Kurdistanî
û Têkoşer Çêrmûg-Bedrî Odabaşi kenê
Her Jin Çîrokek Xwe Heye
€10.00Beşa Yekemîn/Erster Teil/Birinci Bölüm
Helbest û Çîrokên bi zimanê kurdî
Gedichte und Geschichten in Kurdischer Sprache
Kürtçe şiirler ve hikayeler
Beşa Duyemîn/Zweiter Teil/İkinci Bölüm
Helbest û Çîrokên bi zimanê Elmanî
Gedichte und Geschichten in Deutscher Sprache
Almanca şiirler ve hikayeler
Beşa Sêyemîn/Dritter Teil/Üçüncü Bölüm
Helbest û Çîrokên bi zimanê tirkî
Gedichte und Geschichten in Türkischer Sprache
Türkçe şiirler ve hikayeler
KOBANÊ Çepera Rumetê
€12.00Ev pirtûk diyarî ye ji bo lehengên ku di hemû şaneyên bedena min de wek volkanên ne vemirin û di her kêliyê de bedenên xwe kirin çeperên mayînde da ku tu hêz nekare wan bihejîne.
Diyarî ye ji bo lehengên ku bi ken, mirin pêşwazî kirin û bûn hêviya bindestan. Lehengên evînê yên ku evîna Kurdewarî mîna biskên jineke Kurd li hemberî tarîtiyê hûnandin. Diyarî ye ji bo lehengên ku bi laçika xwe ya sipî, bi kopal û berên xwe û yên bi lewendiyên zendên xwe sînorên bi têlan rêsiyayî çirandin. Diyarî ye ji bo her mirovê ku bi xwîn û xwêdana xwe, heriya Kobanê av dan û bûn bingehê gulistana pêşeroja mirovatiyê û hêviya bindestan.
Mewlidê Kirdî
€12.00Mela Ehmedê Xasî serrê 1867-1868 de dewêka Hezanî de hamew dinya. Hezan enka di navçey pêşêkevirî de, dewêka gird a û eyro nehya wa, a dewe girêdayê Lice ya. Namey pî mela Ehmedê Xasî, mela Hesen o. Ehmedê Xasî pî xu hete dest bi wendiş kerd. Badê wendişê xu yê dewe feqîtî kerde û wendişê medresan berdewam kerd, wendişê xu yo peyîn zî Diyarbekir de temam kerd û îcazey xu miftî Diyarbekirî Hecî Îbrahîm Efendî hete girot. Demêke bîyo miftîyê Licey. 1909 Melayê Xasî Diyarbekir ra surgunê Qîlawê Rodosî kerdo. Ehmedê Xasî 18.02.1951 di dinyayê xu bedelnawa o şiyo rehmet.
Mewlûda Nebî, bi zonî Kurdî, bi zaravayê Kirdî, (Zazakî-Dimilkî) bi destê Mela Ehmedê Xasî ameya nuştişî. Di 25’ê aşmê Adarî 1899’an de, çarsey hebe di çapxaney Litografya sûkê Diyarbekirî de ameya çapkerdişî.
Homa bi rehmê xu yi şabikero.
Pênûsa Min
€10.00Dîyarî
Ez vê pirtûkê di serî de diyarî hemû pakrewanên rêka azadiyê û rêwiyên tekoşînê dikim.
Hêvîdarim ev dilopên peyvan yên ku ji hestan dadwerivin bi dilê we be.
Raywanîya Rojawa de
€12.00Raywanîya Rojawa de
Şeyda ASMÎN
Bi paştîdayena Rojnameyê Newaya Jin e
Çapa Yewine: Gulane 2021
Resmê Qapaxî: Sînan HEZER
ISBN: 97-89-08110950
Weşanên Meyman
Rêwiyeke Azadiyê
€12.00“Xweşikbûna welatê min mîna tîrêjên rojê ne. Wekî bihuşta ku hemû mirovan ji xwe re dike evîndar. Welatê min dibe xeyal û her kes lê digere.”