12.00

Rêwiyeke Azadiyê

“Xweşikbûna welatê min mîna tîrêjên rojê ne. Wekî bihuşta ku hemû mirovan ji xwe re dike evîndar. Welatê min dibe xeyal û her kes lê digere.”

Share

Ev nivîsên hevala Çîmen ên ku bi qasî derfetan bi dest me ketin û di heman demê de nivîsên ku min li ser wê nivîsandine, dixwazim bibîr bixim ku ji bo vê rêwiya azadiyê bidin nasîn û weke mûmekê ji rastiya ronahiya jiyana wê bin. Ev nivîs tenê dilopek ji jiyana wê ya nav refên têkoşînê ye. Lê cardin bi qasî mayîna me ya bi hev re û hevaltiya wê ya binirx hêjayî nivîsê û bibîr xistinê ne.

Dema ev fikrê nivîsa li ser şehîd Çîmen kete dilê min, ez ketim nav dudiliyekê ku ezê nikaribim bi têrkêrî mafê wê bidim, bi qasî tê xwestin wê bînim ziman û bidim nasîn.

Rastiyeke din jî ewe ku, mirov çiqasî behsa şehîdan bike wê her kêm bimîne. Ji ber ku hevok û ziman têra behskirina têkoşîna wan a bi salan nake.

Her gerîlayek li van çiyayên azad, xwedî serpêhatiyek têkûz û afsûnî ye. Tu ji xweşiyan bigrî heta nexweşiyan, ji bedewiyan heta zehmetiyan, ji êş û hesretan ta bêriya ji azadiyê re, hemû jî di nava hev de weke Avaşîn û Basiya bi hev re diherikin. Tenê dem û dîroka wê dikarin rastiyên wê jiyanê bînin ziman. Her gerîlayek lênûsa wê/wî bayê çiyayên azad bixwe ye. Her kêliya di nav de dijîn bixwe romana herî rast e. Hevala Çîmen jî yek ji wan hevalên ku salên dirêj hem di nava têkoşîna çekdarî de, hem jî di nava rêxistinên gel de maye. Qada têkoşînê ya ku di serî de tevlî refên gerîla bûye, Botana rengîn e. Jixwe van salên dawiyê jî dema ku têkoşîna me li Rojhilatê Kurdistanê de weke pêlekî deryayê hildihat, tevî hemû zehmetiyên xwe bilind dibû, hevala Çîmen bi wêrekî cihê xwe di nav de girt.

Hevala Çîmen di hemû qadên têkoşînê de dixwest bi awayekî çalak cihê xwe bigire. Piştî perwerdeya ku li Komîteya Zimanê Kurdî dîtibû, dixwest wan derfet û zanînên xwe hemûyan bi hevalên xwe re di nava refên gerîla de parve bike. Li ser xwesteka xwe ji bo waneyên zimanê Kurdî bide şervanên azadiyê derbasî biryargeha şervanên nû bûbû. Dema şehîd jî ket weke yekem şehîda zimanê Kurdî, bi hemû berpir-siyartiya xwe ya ji jiyanê re çand û zimanê xwe bi bedewbûna çiyan re dihûnand.

Lê cardin jî tevî van hemûyan jî ez ê hewl bidim ku tiştên di hizir û ramanên min de her çiqasî di nivîsê de kêm be jî binivîsim. Piştî tevlîbûna her gerîlayek nava refên cangoriyan, li ser me dimîne ku em di her kêliya jiyana xwe de ked û bîranîna wan zindî bihêlin.

Ya din jî ji ber ku tevlîbûn û mayîna hevala Çîmen a di pratîkê de xwedî şopeke diyar û binirx e, her kêlî hêjayî nivîsandinê ye. Lê min dixwest nivîsên wê û bi hevremayîna me bi hevokên xwerû bilêv bikim. Baweriya min heye rêhevaleke weke hevala Çîmen ku hem di civakê de hem jî di nava rêxistinê de tiştên jiyaye bi qasî deryayekê ne. Li gorî nasîna xwe ez van gotinan dinivîsim. Dema ku em bi hev re ma-ne her çiqas kin be jî, bi hemû demjimêrên xwe hêjayî vegotinê ne.
Vê pirtûkê di serî de diyarî hemû hevalên ku xwe li ber bayê çiyayên bilind dixemilînin dikim. Di heman demê de diyarî hemû hevalên ku di têkoşîna azadiyê de, di zindanan de, li bajaran li ber xwe didin dikim.

Beriya ku hevala Çîmen şehîd bikeve weke mamosteyeke zimanê Kurdî ev nivîsên wê bi dest me ketin.

Fehîma Deştan

book-author

format

Reviews

There are no reviews yet.

Be the first to review “Rêwiyeke Azadiyê”

Your email address will not be published. Required fields are marked *