Carinan hest û raman di tama çîrokekê de wekî gulekê li sincîdara xwe dilebite, li benda hezkiriyê xwe dimîne heta ku li şaxa xwe bibişkive û li ber dilê hezkiriyên xwe bê bêhnkirin. Hem ew bêhna ji gulê difûre sermestiyekê dide der û bîranînên geş li ber bêhna mirov dîmen dibin bergehek hem jî ew sinciyên bi çiqila gulê ve xwînê ji pêçiyan diherikîne ser pelên sorqicî ku qertîşka êş û arhana serboriyên, mirov ji nû ve bi bergehê kul dike.
Li derdorê li qada me jî ev bêhna gulçîrokan car bi car li ber pozê me diket û hem me sermest dikirin hem jî me dahf dan nava şetê çemekî êş û xweşiyên bibîranîn û xeyalên peşerojê. Ewilî wekî bêhneke “hebû û tune bû” bi kêliyekê dihat û wisa jî derbas dibû, lê paşê em bûn tîryakiyê vê bêhna gulçîrokî.
Ji lewre me biryar da û zendên xwe badan, me zembîl avêt zendan û em daketin nêçîra gulçîrokan. Yek li vir, yek li wir, yek jî wêdetir… Me qevdek ku ji 12 gulçîrokên sorqicî pêk tên dan ser hev. Îcar gulçîrokên di vê zembîlê de komî ser hev du bûn, xweşî û geşiya bêhna wan hêj bêtir mirov sermest dike. Her wisa ji sinciyan pirtir qertîşên birînan bêtir dixwînin…
Dema me ev qevda çîrokan komî ser hev du kirin û di vê pirtûkê de honandin, serboriyên êş, jan, kul, keder, hêvî, dilşahî, serfirazî û birûmetiyên me hêj bi zîndetir bûn û di bîra me de dîmenên xwe vedan. Bê şik, di hêla şêwaz û pîvanên teknîkî ya çîroka nûjen de hinek kêmanî hene, di ristina hin ji van çîrokan de. Lê belê armanc û xeyala her çîrokê çirkek rastiya serpêhatiyên gelê me radixîne ber çavan û bêhnek ji jan û xweşiyên kevneşopiya wêjeya me li dilê me dialîne. Her wisa ku tev di tevna pirtûkê de têne hunandin û xemleke kurdewarî li kelepora kurdî dinexşîne.
Em şanaz in ku me bi vê nêçîrê ji baxçê wêjeya kurdî qevdek gulçîrokên xweş û hêja komî ser hev du kiriye û diyarî we xwînerên hêja dikin.
Em gelekî malavayiya kedkarên vê berhemê dikin; hem hevalên ku bi kedek pak ev çîrok nivîsîne hem jî ew hevalên ev çîrok komî ser hev du kirine û wek berhemek nemir ên ji hest û ramanên ji hin kêliyên civaka me kurdan pêk tên bi berhemek wiha amade kirine. Em gelekî malvayiya xwedanê vê keda paqij dikin ku di zindana dagirkeran û di nav pêkutiyan de ne…
Em bi hêvî ne ku dê ev bêhn û xweşahiya vê berhemê çêjeke xweş û bîrvenekir bihêle li ser bîra we xwînêrên hêja.
Bimînin di çêja xwendina gulçîrokên kurdewar de…
BASÊ
€10.00Jineke şoreşger ku bi serfîrazî bûye xwedî meşeke bi heybet a li gorî rihê dem û mekanê, dilê wê di pelên nivîsan de hilnayê. Ne karê herkesî ye li dijî mêtîngeriya li ser Kurdistan û jinê tê ferzkirin wêrekiya serhildêriyê nîşan bide. Jineke şoreşger ku bûyîna azadiya jinê û gelekî ku mehkûmî mirin û bê hêvitiyê bûye bi serxistiye û cesareta vê serfiraziyê nîşan daye, behskirina dilê jineke wiha berpirsyariyeke giran e.
Bi hişmendiya vê berpirsiyariyê û bi kedek kolektîf ev roman hate nivîsîn. Çi alikariya pêşxebatên li zindanan û çi jî hewildanên rêhevalên wê yên ji bo derbasî nivîsê werin kirin, xwedî wateyek dîrokî ye. Zimanê di romanê de yekparetiya raman û hestên pêşengên Tevgera me ya Azadiyê bi jiyana xwe bi awayekî kûr afirandine. Mezinbûna kelecan û baweriyê ya di pêşengên ku tovên yekemîn ên Têkoşîna me ya Azadiyê çandin, tê wateya vejîna hêviyê. Mîna rûbarekî bi çavkaniya xwe ve girêdayî bixûmxûm diherike. Di romanê de hîskirina vê herikînê, di dil û mejiyê xwe de bi zûhra azadiyê bîhîstin tiştekî gelek girîng e.
Ji mîlyonan re behsa şehîda PKKê ya yekemîn a jin a gerîlla hevrê Besê Anûş kirin, ji bo dîroka pergalê jî xwedî bersiveke watedar e.
Reviews
There are no reviews yet.