Viyan Serdar

Çîrokên Dilazad

12.00

Carinan hest û raman di tama çîrokekê de wekî gulekê li sincîdara xwe dilebite, li benda hezkiriyê xwe dimîne heta ku li şaxa xwe bibişkive û li ber dilê hezkiriyên xwe bê bêhnkirin. Hem ew bêhna ji gulê difûre sermestiyekê dide der û bîranînên geş li ber bêhna mirov dîmen dibin bergehek hem jî ew sinciyên bi çiqila gulê ve xwînê ji pêçiyan diherikîne ser pelên sorqicî ku qertîşka êş û arhana serboriyên, mirov ji nû ve bi bergehê kul dike.
Li derdorê li qada me jî ev bêhna gulçîrokan car bi car li ber pozê me diket û hem me sermest dikirin hem jî me dahf dan nava şetê çemekî êş û xweşiyên bibîranîn û xeyalên peşerojê. Ewilî wekî bêhneke “hebû û tune bû” bi kêliyekê dihat û wisa jî derbas dibû, lê paşê em bûn tîryakiyê vê bêhna gulçîrokî.
Ji lewre me biryar da û zendên xwe badan, me zembîl avêt zendan û em daketin nêçîra gulçîrokan. Yek li vir, yek li wir, yek jî wêdetir… Me qevdek ku ji 12 gulçîrokên sorqicî pêk tên dan ser hev. Îcar gulçîrokên di vê zembîlê de komî ser hev du bûn, xweşî û geşiya bêhna wan hêj bêtir mirov sermest dike. Her wisa ji sinciyan pirtir qertîşên birînan bêtir dixwînin…