KOBANÊ Çepera Rumetê
Novel KU

KOBANÊ Çepera Rumetê

Meryem Kobanê

€12,00

Technische gegevens

Taal
Kurdî
Uitgeverij
Weşanên Meyman
ISBN
9789083110943
Categorie
Novel

Over het boek

Ev pirtûk diyarî ye ji bo lehengên ku di hemû şaneyên bedena min de wek volkanên ne vemirin û di her kêliyê de bedenên xwe kirin çeperên mayînde da ku tu hêz nekare wan bihejîne.
Diyarî ye ji bo lehengên ku bi ken, mirin pêşwazî kirin û bûn hêviya bindestan. Lehengên evînê yên ku evîna Kurdewarî mîna biskên jineke Kurd li hemberî tarîtiyê hûnandin. Diyarî ye ji bo lehengên ku bi laçika xwe ya sipî, bi kopal û berên xwe û yên bi lewendiyên zendên xwe sînorên bi têlan rêsiyayî çirandin. Diyarî ye ji bo her mirovê ku bi xwîn û xwêdana xwe, heriya Kobanê av dan û bûn bingehê gulistana pêşeroja mirovatiyê û hêviya bindestan.
 
Sipasî
Ji bo hevala Nûgiyan ku di nivîsandin, honandina wêjeyî û parvekirina hest û ramanê xwe ya di her kêliya nivîsandina pirtûkê de hevaltiyeke giranbiha nîşan da, sipasî dikim. Dîsa ji ber xwendin û şîrovekirina pirtûkê sipasiya hevalê Nûman Amed dikim ku alîkariyeke bêhempa raber kir.

Over de auteur

M Meryem Kobanê

Vergelijkbare boeken